Li Îranê di êrîşên du hefteyan yên DYE de 55 kes bûn qurbanî
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, diyar kir ku di êrîşên ku DYE di du hefteyên dawî de pêk anîne de 55 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, diyar kir ku di êrîşên ku DYE di du hefteyên dawî de pêk anîne de 55 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Farsê de ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên DYE yên hewayî yên di du hefteyên dawî de li ser Îranê pêk anîne gihiştiye 55 kesan.
Rayedar, diyar kir ku di êrîşan de her wiha bi sedan kes birîndar bûne û tedawiya heşt ji wan li nexweşxaneyê berdewam dike.
Her wiha hat ragihandin ku, herî zêde qurbanî li eyaleta Xuzistanê ya li başûrê rojavayê welat hate tomar kirin.
Li pey Xuzistanê eyaletên Hurmuzgan û Sîstan û Balûçistanê yên li başûr hatin. Rayedaran ragihand ku piraniya mirinan li van her sê eyaletan çêbûne.
Hejmara mirî û birîndaran ku rayedarên Îranî ragihandine, hêj ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.